Nêzîkî 200 hezar geştiyar ji bo cejnê serdana Herêma Kurdistanê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 6 rojan de nêzîkî 200 hezar geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê Îbrahîm Ebdulmecîd ji K24ê re got, di heyama 6 rojan de û bi mebesta derbaskirina betlaneya Cejna Remezanê, nêzîkî 200 hezar geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Îbrahîm Ebdulmecîd amaje bi wê jî kir, di sê mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 1.5 milyon geştyar serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine.

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê geşbîniya xwe derbarê amarên sê mehên borî de nîşan da û got, ew pêşbînî dikin îsal havînê hijmara geştyaran li gorî sala borî zêdetir bibe ku zêdetir ji heft milyon geştyaran serdana deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kiribûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çar salên borî de giringiyeke mezin daye bihêzkirina jêrxana geştiyariyê, ev jî di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a ji bo cihêrengkirina çavkaniyên dahatê de. Ji bo vê jî di vê sektorê de 4,5 milyar dolar veberhênan hatiye kirin.

Bi gotina Berdevkê Desteya Geştûguzariyê, niha sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê bi rêjeya %42 li pêşiya hemû sektorên din e.