Şah Ebdula pîrozbahiyê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Mesrûr Barzanî û Şah Ebdula
Mesrûr Barzanî û Şah Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dike.

Nameyeke pîrozkirina cejna Remezanê ji aliyê Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê Ebdulayê Duyê ve gehiştiye Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Di nameya Şahê Urdinê de hatiye, “Bi helkefta cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û em ji Xudayê mezin dixwazin ku ev cejn ji bo we û binemala we ya rêzdar bibe sedema bextewerî û saxlemiyê”.