Cejna Çarşema Sor li Rihayê hat pîrozkirin

Riha
Riha

Diyarbekir (K24) - Cejna Çarşema Sor ku cejna herî mezin ya Êzidiyan e li Wêranşar a navçeya Rihayê hat pîrozkirin.

Ezidiyên gundê Bircê yê girêdayî navçeya Wêranşar a navçeya Rihayê Çarşema Sor pîroz kir. Li gorî baweriya Êzidyan, di Çarşema yekem ya meha Nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jiyanê dest pê kiriye.

Ji ber vê jî vê rojê weke Cejna Çarşema Sor ku we Sersala Êzdiyan tê qebûlkirin cara yekemîn hat pîrozkirin. Welatiyên Ezidî kincên xwe yên kurdewarî li xwe kirin û cejna hev pîroz kir.

Hevşaraderên Şaredariya mezin a Merdînê Ahmet Tûrk, Devrîm Demîr, hevşaredarên şarederiya Wêranşarê û gelek welatî ji Tirkiye u Avrûpayê jî tevlî pîrozkirina cejnê bûn.