Lahûr Şêx Cengî: Biden û Serok Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hevnêrîn in

Navenda Nûçeyan (K24) – Lahûr Şêx Cengî radigihîne, Serokê Amerîka û Serok Barzanî li ser çawaniya birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hevnêrîn in.

Serokê Hevpeymaniya Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê de got, divê li Herêma Kurdistanê hilbijartinên pak bên kirin; anku heman gotinên Serok Barzanî dubare dike.

Ev daxuyaniya Lahûr Şêx Cengî di demekê de ye, Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê di civîna bi Serokwezîrê Iraqê re got, Amerîka piştgirîya hilbijartinên azad, dadperwerane û pak li Herêma Kurdistanê dike.

Hevdem jî, Serok Barzanî çendîn car in gotiye ku destên welatên derve û Dadgeha Federal bi eşkere destêwerdanê dikin ku pirsgirêkan ji bo hilbijartineke pak û dadperwerane li Herêma Kurdistanê çêbikin.

Serok Barzanî dibêje: Dûrxistina pêkhateyên neteweyî û olî ji hilbijartinan, dûrxistina zêdetir ji 400 hezar dengderan ji hilbijartinan û sepandina rêkar û mekanîzmayên nerewa di hilbijartinan de, wiha dike ku dengê rasteqîne yê gelê Kurdistanê dernekeve.

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştevaniya hilbijartinên azad û dadperwerane û bê destêwerdan û dariştina pêşwext dike. Herwiha bi pêwîst dibîne ku hemû kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayî yên dosyaya hilbijartinan bên çareserkirin, da ku ew prose nûneratiya vîn û dengê rasteqîne yê gelê Kurdistanê bike, bi awayekî ku xizmeta demokrasî û rewabûna saziyên Herêmê bike.