Yaşar Guler: Qendîl û Gare armanca sereke ya operasyonên me ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê amaje bi operasiyonên artêşa Tirkiyeyê yên li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê kir û got: “Qendîl û Gare dê armanca serekî ya operasiyonên me bin, me dê li wan deveran karên giring hebin”.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler berî tevlîbûna di civîna firaksiyona AK Partiyê de bal kişand ser operasiyonên artêşa welatê xwe di çarçoveya “rûbirûbûna terorê” de û ji rojnamevanan re got, “Duşema bê Serokkomarê Tirkiyeyê bi serdaneke fermî diçe Iraqê”. Herwiha got, “Piştî çend salan, ji bo cara yekê lihevkirineke stratejîk bi berpirsên Iraqê re îmza kiriye”.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê di bersiva pirsyarekê de ka gelo Erdogan dê di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de serdana Hewlêrê jî bike an na got, “Ez tenê haydarê wê yekê me ku serdana Bexdayê dike”.

Yaşar Guler amaje jî da, “Bi kûratiya 30 kîlometran li wî alî hêleke ewlehiyê heye, Qendîl û Gare dê armanca sereke ya operasiyonên me bin.