Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 2 hezar koçber hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama hefteyekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 2 hezar koçber hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” da xuyakirin, di rojên bêhnvedana cejnê de jî kar û xebatên wan bo rêgirtina koçberiya neyasayî berdewam bûne.

Yerlîkaya got, ji 6 heta 14’ê Nîsanê, bi operasyon û xalên çavdêrî yên polîs û cendermeyan zêderî 40 hezar biyanî ji kontrolan hatine derbaskirin. Di encamê de 2 hezar û 101 koçberên neyasayî hatine desteserkirin.