Romanowski ji K24ê re: Pêwendiyên Amerîka bi hemû navçeyên Iraqê re bihêz in

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Iraqê radigihîne, ev hefte ji bo pêwendiyên Amerîka û Iraqê gelek baş bû. Herwiha got: “Peywendiyên Amerîka bi hemû beşên Iraqê re bihêz in.”

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski ji K24ê re ragihand, “ew dilxweş in ku ligel Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re civiyan. Helbet serdana şanda Iraqê dê pêwendiyên me baştir bike.”

Romanowski got ku xurtkirina peywendiyan li gorî rêkeftina çarçoveya stratejî, yek ji armancên sereke yên serdana Sûdanî ye.

Herwiha got: Amedebûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nîşana wê yekê ye ku peywendiyên Amerîkayê yên berfireh û kûr bi hemû navçeyên Iraqê hene.”