Berdevkê APIKURê: Gotûbêjên nû li ser hinardekirina petrola Kurdistanê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê APIKURê got: “Sûdanî û Biden bi giringî behsa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyeyê gotûbêj kirin.”

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins li ser serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Washingtonê û hewlên hinardekirina careke din petrola Kurdistanê, ji K24ê re got: “Ev hefteyek baş bû li Washingtonê ku tê de Serokwezîrê Iraqê bi Serok Biden re civiya. Her kes dizane ku ji bo her du serokan destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Tirkiye-Iraqê girîng e.”

Caggins got jî: “Berî çend mehan, em ne piştrast bûn ku mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikeve rojeva civîna Sûdanî-Biden, lê ev yek bû yek ji mijaran. Koşka Spî ev yek eşkere kiriye û dibêje divê di demek nêzîk de bê çareserkirin.”

Amaje bi wê jî kir: “Ev mijareke ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û heta Serokomarê Tirkiyeyê jî daxwaza hinardekirina petrolê dike. Rawestandina wê, 14 milyar dolar ziyan gihandiye Iraqê. Ziyanê bandor li hemû deverên Iraqê kiriye.”

Berdevkê APIKURê dibêje: “Heke em careke din petrolê bi boriyan bişînin, divê em zanibin ka kî dê mûçe û heqê me bide. Em li benda tedbîrên nû ne û em hêvîya peymanên nû dikin.”

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, di civînê de; Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî daxwaziya xwe ya ji nû ve destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê anîn ziman.

Ji aliyekî din ve li gor daxuyaniya Koşka Spî, di civîna Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya roja 16ê vê mehê de, tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e petrola Iraqê bigihe bazarên cîhanê û her du aliyan daxwaz xwe ji bo berdewamkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê nîşan dan.