HSDê 15 çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê girtin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, 15 çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kirin, hêzên dijeterorê yên ser bi HSDê ve, şeva borî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li nava taxên Hesekê dest bi operasyoneke ewlehiyê kirin.

Diyar kir jî, di operasyonê de 15 endam û çekdarên DAIŞê li taxên başûrê Hesekê û derdora zîndana Sînaa desteser kirin.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî devera di destê DAIŞê de li Sûriyê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.

Ji destpêka îsal ve, ev operasyona hevbeş a 14em ya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ye ku tê de, 55 çekdarên DAIŞê hatine girtin yan kuştin.

Sala 2023an jî, 84 operasyonên hevbeş li parêzgehên Heseke, Reqa, Dêrazor û Helebê hatibûn kirin û tê de 518 çekdarên DAIŞê hatibûn girtin û 15 çekdar û serkirdeyên wê hatibûn kuştin.