Recep Tayyip Erdogan îro serdana Bexda û Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi serokatiya şandeke pilebilind îro 22ê Nîsana 2024ê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û şanda pê re li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Piştre Serokomarê Tirkiyeyê dê serdana Koşka Selamê bike û dê ji aliyê Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ve were pêşwazîkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de biryar e serdana goristana Osmaniyan a li herêma Azemiyê bike.

Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike, ji bo bihêzkirina stratejiya xwe li navçeyê bi taybetî di warê siyasî û aborî de. Herêma Kurdistanê jî Tirkiyeyê wek deriyekî girîng dibîne ji bo bihêzkirina pêgeha xwe ya siyasî û aborî.

Serdana Erdogan bo Hewlêrê 

Biryar e îro danê êvarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û şanda pê re bigihin Herêma Kurdistanê. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ragihand, demeke dirêj e wan amadekariyên serdana Serokomarê Tirkiyeyê bo Hewlêrê dikin, ji ber wê armanca wan ew e ku serdan berhemdar be.

Peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê

Peywendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, piştî asayîkirina peywendiyên siyasî yên di navbera her du aliyan de, di sala 2007ê de, bilez bipêş ket ku wê demê qebareya bazirganiya navbera her du welatan 1.4 milyar dolar bû, lê di sala 2013an de gihîşt 8 milyar dolaran.

Li gorî amaran, qebareya bazirganiya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê, par 20 milyar dolar bû ku beşa mezin ji Herêma Kurdistanê bû.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di dawî daxuyaniya xwe de ragihand, welatê wî plan dike ku bazirganiya xwe bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re bigihîne 30 milyar dolaran.

Rola serkirdayetiya Kurd di pêvajoya aşitiyê û pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê de

Rola serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di proseya aştiyê de li Tirkiyeyê û vekirina desthilata siyasî ya Tirkiyeyê li hember doza kurdî li wî welatî, vedigere 16ê Mijdara 2013an. Serok Barzanî bi mebesta piştevanîkirina proseya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê serdana Diyarbekirê kir û peyama piştevaniyê ji bo berdewamî û serkeftina proseya aştiyê pêşkêş kir. Welatiyên Bakurê Kurdistanê û gelê Tirkiyeyê jî bi hêvî li benda bidawîhatina şer bûn û serdana Serok Barzanî jî roleke zelal û aşkere ya serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li welat bû.

Serok Barzanî ku li ser vexwandina fermî ya Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan çûbû Diyarbekirê, gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ez dilxweş im ku li Tirkiyeyê serkirdeyek derketiye pêş û rêya biratiyê ya rast hilbijartiye. Pêwîst e gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn. Şer hatiye ceribandin û fêdeya wê ji bo kesî nebûye. Kevirê aştiyê bi wêrane hatiye danîn.”

Xwendina bi kurdî û vekirina kanaleke kurdî

Di dawiya Îlona 2013an de, Recep Teyyip Erdogan pakêta Demokrasiyê ragihand, ku tê de çendîn çaksazî û guhertinên rîşeyî di sîstema yasayî û siyasî de ji bo mafên kurdan tê de bû, ji wan jî, rakirina qedexeya perwerdeya bi kurdî (zimanê dayik) ji bo zarokên Kurd. Herwiha bangeşeya partî û rêxistinên siyasî bû bi zimanê zikmakî û kanala televizyonê ya fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê bi her du zaravayên Soranî û Kurmacî weşana xwe kir, di demekê de ev hemû maf ji gelê Kurd re li Tirkiyeyê qedexe bûn.