Sûdanî û Erdogan serperiştiya îmzakirina hevfehimandineke çarqolî ya girêdayî pirojeya rêya geşepêdanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê serperiştiya îmzakirina hevfehimandineke çarqolî di navbera Îraq, Sûriye, Îmarat û Qeterê de dikin ku girêdayî pirojeya rêya geşepêdanê ye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (22.04.2024) serperiştiya îmzakirina hevfehimandineke çarqolî di navbera Îraq, Sûriye, Îmarat û Qeterê de kir ku girêdayî pirojeya rêya geşepêdanê ye.

Ji aliyê Îraqê ve Wezîrê Veguhastinê Rezaq Mihêbis, ji aliyê Tirkiyeyê ve Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê Abdulkadir Oraloglu, ji aliyê Qeterê ve Wezîrê Gehandinê Casim Seyf Selîtî û ji aliyê Îmaratê jî ve Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê Suhêl Mihemed Merzûqî yadaştên wê hevfehimandinê îmza kirin.

Ew yadaşt pabendiya her yek ji wan welatan di çarçoveyeke pêdivî de ji bo bicihanîna pirojeya geşepêdanê vedigire.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Oraloglu li roja Şemiyê, 02.03.2024, di daxuyaniyekê de ji bo ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragehandibû, “Bizavên bilindkirina astê peywendiyên navbera Tirkiye û Îraqê di warê veguhastinê de berdewam in. Di vê çarçoveyê de jî, desthilatdarên her du welatan ji nêz ve bi awayekê berfireh kar li ser rêya geşepêdanê dikin”.