Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e li destpêka heftiya bê şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û bi berpirsên Wezareta Darayî ya Îraqê re bicive.

Armanca wê serdanê ew e ku danûstandin li ser dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê û wan mîkanîzman bên kirin ên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya qanûn û destûr û lihevkirinan de ji bo pabendiyên xwe berçav dike”.

Pêştir jî di navbera her du şandan de û li ser vê mijarê gelek danûstandin hatine kirin.

Di dawî rûniştina Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Darayî û Aborî di çarçoveya raportekê de ku bi hevpariya Şanda Danûstandinan hatibû amadekirin, çend mîkanîzm ji bo bicihanîna pabendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê û çawaniya hevparkirina wan bi Bexdayê re li dû destûr û qanûna budceya federalî û qanûna birêvebirina darayî ya federalî berçav kirin, ev jî wekî pêşengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo yekalîkirina vê mijarê, bi awayekî ku mijara dahatan di rêya xerckirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de û berî hemiyan jî mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê nebe rêgir.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo vê meremê Wezareta Darayî û Aborî û Şanda Danûstandinan raspartin, ya ku di qanûnên berkar ên federalî de hatiye destnîşankirin wekî pişka gencîneya federalî ji dahatên negirêdayî petrolê yên bidestkeftî li Herêma Kurdistanê bixin ser hejmara Wezareta Darayî ya Federalî.