Guhdar Şêxo: Em ji bo destexûşkbûna Zaxo û Dewheyê kar dikin

Ev sê roj in şandeke Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li Qeterê ye
Guhdar Şêxo li Dewheyê ji K24ê re diaxive
Guhdar Şêxo li Dewheyê ji K24ê re diaxive

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev sê roj in şandeke Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li Dewheya paytexta Qeterê ye û bi berpirsên wî welatî re danûstandinan li ser pirsên weberhênan û werziş û şaredariyê dikin.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo li Dewheyê ji K24ê re ragehand, “Ev sê roj in em wekî şanda Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li welatê Qeterê ne. Me bi aliyên peywendîdar ên wî welatî re danûstandin li ser çend dozên giring kirine, yên herî giring pirsa weberhênanê li Herêma Kurdistanê bi giştî û li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi taybetî û wergirtina feydeyî ji weberhênerên Qeterî û serdana wan ji bo Herêma Kurdistanê û Zaxoyê ne”. Herwesa got, “Em dilxweş in ku me di vî warî de danûstandin bi Dezgeha Weberhênanê û hejmareke weberhênerên Qeterî re kirin, wan jî soz da me ku serdana Herêma Kurdistanê û Zaxoyê bikin”.

Guhdar Şêxo herwesa ragehand, “Me li Qeterê armanca Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nerîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo weberhêneran ron kir, me hemî hêsankarî ji wan re nîşan dan ji bo ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û weberhênanê bikin”. Herwesa got, “Encamê serdana me dê li paşerojê diyar bibe”.

Navbirî di derheqa giringîdana bi werzişê û yaneya wan de got, “Ji ber ku Telal Belûşî yê rahênerê yaneya Zaxoyê xelkê Qeterê ye, yaneya Zaxoyê li Qeterê bûye yaneyeke naskirî. Pêxemetî vê yekê jî, me serdana Akademiya Werizşê ya Qeterî kir ji bo ku em feydeyî ji ezmûna wan ewerbigirin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê eşkere jî kir, “Akademiya Werzişê ya Qeterê jî amadehiya xwe diyar kir ku çend tîmên werzişî serdana Zaxoyê bikin”.

Guhdar Şêxo herwesa ragehand, “Em bi Serokê Şaredariya Dewheyê re civiyan, me di wê civînê de daxwaz kir ku di veguhastina ezmûna Dewheyê ji aliyê îdaredana şaredariyê ve ji bo Zaxoyê alîkariya me bikin û em ji bo destexûşkbûna Zaxo û Dewheyê jî kar dikin”.