Fîdan: Di serdana me ya Hewlêrê de, Erdogan piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kir

Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê radigehîne, “Di serdana me ya Hewlêrê de, Serokkomarê Tirkiyeyê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di konfiranseke rojnamevanî ya hevpar li gel Wezîrê Derve yê Newzîlandayê de ragehand, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana me ya Hewlêrê de piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa got, “Dostînî û cîrantiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê gelek giring e”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tevî şandeke welatê xwe roja Duşemê, 22.04.2024, seet 20:30 gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Paştir di civîneke hevpar de ku hejmareke berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê tê de amade bûbûn, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û dawî guhertinên Îraq û deverê hatin kirin.

Her du alî di wê civînê de li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û çarekirina duberekiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrî hevnerîn bûn.