Dave Wallace: Divê Amerîka Herêma Kurdistanê biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzetekî Kongressa Amerîkayê dibêje, divê em hemû bi hev re rawestin û dawî li êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bînin. Herwiha got, Bexda û grûpên milîsên Şîe dixwazin Herêma Kurdistanê wêran bikin.

Namzedê Kongressa Amerîkayê Dave Wallace ji K24ê re ragihand, êrîşa li ser kêlgeha Kormorê, binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê ye û ew êrîş li dijî hikûmet û çanda serwerî û rûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Wallace got, divê Amerîka Herêma Kurdistanê biparêze, bi taybetî ku hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê heye.

Herwiha got: “Divê em hemû êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi dawî bibin, bi taybet ji bo Herêma Kurdistanê petrola xwe hinarde bike.

Wallace got jî: “Bexda û grûpên milîsên Şîe çi ji destê wan tê, li dijî Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin wê têk bidin.”

Namzedê kongressê her wiha got, divê êrişên li ser aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê bên rawestandin û tekane bersiva van êrîşan jî, bersiva bi heman awayî ye. Nexwe dê xelk bê ceyran, av û aborîyek baş bimîne.