Mesrûr Barzanî: Em pabendbûna hikûmetê bo baştirkirina jiyana karkeran tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Gulanê, bi boneya Roja Karkeran a Cîhanî peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya roja Karkeran a Cîhanî pîrozbahiyê li hemû karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez erk, xebat û rola diyar a karkerên Kurdistanê di avadankirin û geşkirina aboriya Kurdistanê de bilind dinirxînim.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Di vê boneyê de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyana karkeran û parastina mafên wan di warê tendirustî û ewlekariya kar û dabînkirina mafên wan ên yasayî de tekez dikin.”

Di dawiyê de Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Roja Karkeran a Cîhanî pîroz kir û hêviya jiyaneke xweş û baştir ji wan re xwast.