Dr. Emma Pomeroy ji K24ê re behsa Shanidar Z dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Doktor Emma Pomeroy, arkeologa ku kar li ser vedîtina skeleta Neandertal li şikefta Şanedarê kiriye, bersiva çend pirsên peyamnêrê K24ê da û got, wan di van çend salên borî de karekî dijwar kirine ji bo komkirin û parastina perçeyên skeleta Neandertalan.

Hûn dikarin ji me re behsa dîtina skeleta Neandertalê ya ku we li Şikefta Şanedarê dîtiye bikin?

Dr. Emma Pomeroy: “Vedîtina me ya nû îskeletê, ya jineke Neandertal e ku 75 hezar sal berê miriye, ew jinek bi temen bû dema miriye, dibe ku di çil saliya xwe de be. Ev temenekî baş bû ji bo Neanderthalan. Di çend salên borî de, me karekî dûr û dirêj kiriye, ji bo berhevkirina perçeyan û parastina wan ji bo nifşên paşerojê lêkolînan li ser bikin.”

Hûn hîn jî li ser wê projeyê dixebitin, ma çi maye ku were belavkirin?

Dr. Emma Pomeroy: “Em di projeyê de li ser tiştên cuda cuda dixebitin, em kar li ser hînbûna zêdetir li ser Shanidar Z û Neandertaliyan dikin, ka ew çawa dijiyan û çi dikirin, çi dixwarin.? Hevdem em kar li ser tevgera Neandertalan û mirovên nûjen ên di şikeftê de jî dikin. Ji ber vê yekê em hewl didin ku fêm bikin ka ew çawa çêbû. Ma Neandertal û mirovên nûjen di heman demê de di şikeftan de dijîn? An jî piştî mirovê Neandertal nemane çawa û mirovên nûjen hatine û şûna wan girtine? Li ser jiyana berê ya di şikeftê de, hîn gelek pirs hene ku divê bên bersivandin.”

Belgefîlmek bi navê The Secret of the Neanderthal we berhem aniye, ev bîrokeya kê bû û kî li pişt berhemanîna fîlmê ye?

Dr. Emma Pomeroy got: “Belgefîlm ji aliyê Beşa Dîroka Sirûştî ya BBCê ve hatiye çêkirin. Belgefîlm bîrokeya wan bû, paşê wan pêşniyara Netflixê kir û Netflix ew derxist, lê bîrokeya BBCê bû.”