Hewlêr.. Civînek ji bo bicihanîna raspardeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat kirin

Dîwana Parêzgeha Hewlêrê
Dîwana Parêzgeha Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê civîneke girêdayî rûdanên şewata hejmareke sûkên Hewlêrê hat kirin, ku tê de tekez li ser pabendbûna bi rênima û rêkarên parastin û silametiyê li cihên giştî û nav bazaran hat kirin.

Îro (Pêncşem, 09.05.2024) ji bo bicihanîna ferman û raspardeyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serperiştiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li Dîwana Parêzgehê civîneke girêdayî rûdanên şewatê li hejmareke sûkên bajarê Hewlêrê bi tevaya aliyên peywendîdar ên îdareya bajarê Hewlêrê re hat kirin.

Zêdebarî diyarkirina nîgeraniyê li bernaberî şewitîna Sûka Qeyseriya Hewlêrê û hevxemiya bi dikandar û kedkar û zirardîtiyên wê sûkê re, di wê civînê de destxweşî li Tîmên Bergiriya Şaristanî, Tendirustî, Hêzên Ewlehiyê û Hêzên Navxwe jî hat kirin.

Paşî bal bo ser biryar û raspardeyên civîna pêştir hat kêşan û lidûçûn ji bo bicihanîna biryaran hat kirin, herwesa tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê tevaya biryaran wekî xwe ji aliyê aliyên peywendîdar ve bên bicihanîn û her kesek li bernaberî her kêm û kêmasiyekê berpirs be.

Herwesa pêxemetî parastina cihên giştî û silametiya canê welatiyan û rêgirtina li dubarebûna rûdanên şewatê, tekez li ser pabendûbna bi rênima û rêkarên parastin û silametiyê li cihên giştî û nav sûkan hat kirin û tevaya aliyan raspartin ku dest bi rêkxistina seranserî ya Sûka Qeyseriyê bikin û tevaya sûkên milî û cihên giştî û nehêlana zêdegaviyan û wan hemî metirsiyên ku dibin sedema wan rûdanan, xasma nehêlana hilawîstina perdeyan li dikanan ku sedemeke serekî ya şewatan û belavbûna wan e.

Li ser sîstema cîgir a vemirandina agirî li sûkan jî, Bergiriya Şaristanî û Qayimqamiya Navendî û Serokatiya Şaredariyê hatin raspartin ku wan sîsteman bipişkinin û her arêşe û girifteke hebe di zûtirîn dem de bên çarekirin.