Îsmaîl Akyil: Divê mûçeya malnişînan herî kêm bibe 17 hezar

Diyarbekir (K24) – Rêxistinên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên Partiya Komarî ya Gel (CHP), li ser rewşa welatiyên malnişîn ku mûçeya wan têra debara jiyanê nake, daxuyaniyeke hevdem da. Di daxuyaniyê de bang li rayedaran hat kirin ku divê mûçeya malnişînan were başkirin da ku bikaribin jiyana xwe berdewam bikin.

Ji ber rewşa aborî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji ber bêr zêdebûna enflasyonê, welatî di her derfetê de gazincên xwe tînin zimên lê rewşa malnişînên ku neçarî 10 hezar lîreyan in, bi taybetî di rojeva Partiya Komarî ya Gel CHPê de cihê xwe diparêze. Îro jî (23.05.2024) li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo rewşa malnişînan were başkirin û mûçeya wan bê zêdekirin, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya ku li Diyarekirê jî hat dayîn de Serokê Rêxistina CHPê yê Diyarbekirê Îsmaîl Akyil daxuyanî da û bal kişand ser rewşa malnişînên li cîhanê û malnişînên li Tirkiyeyê.

Akyil diyar kir ku mûçeya ku bi milyonan malnişîn bi qasî 10 hezar lîreyan digirin, di bin asta birçîbûnê de ye û heta ku ev rêje negihîje mûçeya herî kêm ango 17 hezar lîreyan, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di daxuyaniya ku sendîka û komeleyên manişînan ên şaxên diyarbekirê jî tevlîbûn de banga xwedîderketina li malnişînan hat kirin.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bang li malnişînan hat kirin ku di 26ê Gulanê roja yekşemê de saet di 14:00an de li Enqereyê li qada Tandoganê bicivin.