Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Îraqê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 23.05.2024) pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Îraqê Tariq Ebdula Ferec kir.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Osman Dawid jî tê de amade bûbû, tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de hat kirin ku dîrokeke hevpar di rûbirûbûna stem û diktatoriyê de heye.

Balyozê Kuweytê amaje da ku dewleta Kuweytê bi çavê rêz û giringiyê ve li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û viyana welatê xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên dualî tekez kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de, her du aliyan li ser derfetên pêşxistina weberhênana Kuweytê li Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de li hev guhertin.