Dilşad Şehab: Pêşbînî tê kirin Komisyon pêdaçûnê di kar û pilanên xwe de bike

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ji bo birêvebirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, divê Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê bersiva daxwaziyên aliyên siyasî bi Desteya Dadweriyê bide, ji bo ku ew deste biryareke yekalîker bide.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab piştî ku li Konsulxaneya Giştî ya Îranê li Hewlêrê tevlî behiya Serokkomarê Îranê û hevalên wî bû, di konfiranseeke rojnamevanî de li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê got, “Biryarek li Desteya Dadweriyê ji bo sererastkirina karên qanûnî û wan daxwaziyên ku aliyên siyasî pêşkêş kirine derkeftiye, ku ji bo birêvebirina piroseya hilbijartinan pêdaçûnek di pilana komisyonê de bê kirin”.

Dilşad Şehab herwesa got, “Pêşbînî tê kirin ku Komisyona Hilbijartinan a Îraqê pêdaçûnê di kar û pilanên xwe de bike, em jî li Serokatiya Herêma Kurdistanê li benda pêngavên Komisyonê ne, ji ber ku Komisyon heta niha jî pabendî wê dem û jivanê ye ya jê re hatiye destnîşankirin. Eger ew nekare li dû biryara Desteya Dadweriyê di wê dema jê re hatiye diyarkirin de wê piroseyê bi rê ve bibe, divê Serokatiya Herêma Kurdistanê haydar bike”.

Navbirî di derheqa biryara dadgehê ya danana pênc kursiyan ji bo pêkhatan de got, “Em her ji binyat de bi wê yekê re nebûn ku pêkhatên Kurdistanê bibin qurbaniyên hevrikiyên siyasî yan pirseke qanûnî, niha divê pêkhat bi xwe biryarê li ser mafên xwe bidin, lê em wekî rewşeke erênî dibînin ku bi kêmî ve ew tevlîbûna tevalî ya di hilbijartinan de Ii Herêma Kurdistanê bimîne baştir e”.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di derheqa civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê de got, “Berdewam bi aliyên siyasî re ji bo pirsa hilbijartinan civîn hebûn û her demeka pêdivî jî be civîn dê bên kirin”.

Dilşad Şehab di derheqa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Ebuzebî de got, “Ecêndaya serdana Serokê Herma Kurdistanê diyar nîne lê serdaneke fermî û dîdarên taybet dê bi berpirsên bilind re hebin û peywendiyeke mukom di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê û Îraqê de heye”.