Hejmara qurbaniyên Xezzeyê gehişt 35 hezar û 800 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê bilind bûye û artêşa Israîlê jî li ser êrîşên xwe yên li ser wî kertî û lêdana çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî berdewam e.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (Pêncşem, 23.05.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser kertê Xezzeyê, hejmara kuştî û birîndaran roj bi roj zêdetir dibe û di eynî demê de xelkê wê derê jî tûşî birseke giran bûye”.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Ji ber êrîşên berdewam ên artêşa Israîlê, hejmara kuştiyan gehiştiye 35 hezar û 800 kesan û hejmara birîndaran jî gehiştiye 80 hezar û 11 kesan”.

Çavkaniya navbirî ron jî kir, “70% ya qurbaniyan jin û zarok in”. Amaje jî da, “Di dema 24 seetên borî de, 91 welatî hatine kuştin û 21 welatiyên din jî hatine birîndarkirin”.

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin. Heta niha Israîlê jî zêdetirî 35 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.