Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê raporta xwe li ser keftina helîkoptera Reîsî parve kir

Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê
Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê raporta destpêkê ya Lijneya Bilind a Vekolanê li ser sedemên keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê û hevalên wî parve kir.

Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê amaje daye, hejmara zêde ya zanyarên pêdivî kom kirine ku çend alî û rehendên teknîkî û giştî kom kirine, lê hejmareke hûrkariyan demeke zêdetir ji bo vekolanê divê û hin ji wan jî mimkin e bên belavkirin û amaje pê bê dan, wekî:

-         Ew helîkopter heta yek deqîqe û 30 çirkeyan li ser firînê berdewam bûye û ji rêya xwe dernekeftiye.

-         Şofêrê wê helîkoptera keftî peywendî bi şofêrên her du helîkopterên din re kiriye.

-         Çi şûnwarên guleyan an jî her tiştekê wesa li ser parçeyên wê helîkoptera keftî nehatine dîtin.

-         Ew helîkopter ji ber keftina ji bilindahiyê sotiye.

-         Ji ber aloziya wê deverê û mij û moranê û nizimiya pileya germê, piroseya lêgeriyanê gehişt şevê û bi dirêjahiya şevê berdewam bû heta seet 05:00 ê serê sibeha roja Duşemê, bi alîkariya drona îranî cihê keftina wê helîkopterê hat diyarkirin û tîm û hêzên peya gehiştin cihê meremê.

-         Ji aliyê burca çavdêriyê ve çi peywendiyeke gomanbar nehatiye tomarkirin û nehatiye bihîstin.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî Yekşema borî, 19.05.2024, ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.