Birêveberê Hatinûçûnê yê Dihokê: Heta dawiyê salê, hemî sîstem dibin eliktironî

Emîd Îbrahîm Egîd
Emîd Îbrahîm Egîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Birêveberiya Hatinûçûnê ya Parêzgeha Dihokê radigehîne, “Ji aliyê sîstemê ve niha destûriya şofêriyê ya Dihokê û destûriya şofêriyê ya Almanyayê wekî yek in, yanî yek sîstem e û navdewletî ye”.

Birêveberê Birêveberiya Hatinûçûnê ya Parêzgeha Dihokê Emîd Îbrahîm Egîd îro (În, 24.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Me li Wezareta Navxwe pilana stratejîk heye, herwesa em bizavê ji bo zêdetir pêşkeftinê dikin, çi bi eliktironîkirina hin sîsteman be çi jî bi alîkariya dezgehên hikûmetê be”.

Emîd Îbrahîm Egîd amaje jî da, “Me par sîstema destûriya şofêriyê kiriye eliktironî, herwesa me derxistina salyaneya erebeyan jî kiriye eliktironî ku di deh rojên bê de tê destpêkirin. Heta dawiyê salê, hemî sîstem dibin eliktironî”.

Navbirî behs jî kir, “Ji aliyê sîstemê ve niha destûriya şofêriyê ya Dihokê û destûriya şofêriyê ya Almanyayê wekî yek in, yanî yek sîstem e û navdewletî ye”. Herwesa got, “Pêştir sextekirin hebû lê niha hemî eliktironî ye û kar zêdetir tên kontirolkirin”.

Birêveberê Birêveberiya Hatinûçûnê ya Parêzgeha Dihokê herwesa got, “Em bizavê dikin ku cadeyan berfirehtir bikin û trafîk laytan nehêlin û U-turnan zêdetir bikin ji ber ku xelk zêde bûye û erebe jî zêde bûne”.

Emîd Îbrahîm Egîd li ser kamerayên xal bo xalê jî ragehand, “Piştî danana kamerayan, sal ji bo salê hejmara qurbaniyên rûdanên hatinûçûnê kêmtir dibe”.