Li nahyeya Kesnezanê agir berbû embareke madeyên pakijker û kartonan

Şaxewan Seîd
Şaxewan Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gundê Kanî Geneyê yê girêdayî nahyeya Kesnezanê ya parêzgeha Hewlêrê, agir berbû embarekê ku cihê madeyên pakijker û kartonan bû.

Îro (În, 24.05.2024) li gundê Kanî Geneyê yê girêdayî nahyeya Kesnezanê ya parêzgeha Hewlêrê, agir berbû embarekê ku cihê madeyên pakijker û kartonan bû. Paştir pênc Tîmên Bergiriya Şaristanî çûne cihê wê rûdanê ji bo ku wî agirî kontirol bikin û karî 80% ya wî agirî kontirol bikin.

Ebdulhemîd ku xwediyê wê embarê ye ji K24ê re ragehand, “Hostayê îzogamê hatibû û bi pirêmizî kar dikir, lewma agir berbû wê derê”. Herwesa got, “Ev embar cihê komkirina kartonan e, spas ji bo Xudê ku zirarên canî nebûn û ez destxweşiyê jî li Tîma Bergiriya Şaristanî dikim ku gelek westiyan”.

Navbirî di derheqa ziraran de got, “Çar embar bûn û hemî bi temamî sotine, lewma em niha nizanin zirar çend e”.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd jî ragehand, “Em îro li ser şewatekê li gundê Kanî Geneyê yê nahyeya Kesnezanê hatin haydarkirin, ku agir berbûbû kargeha madeyên pakijker ên malan”.

Navbirî herwesa got, “Mixabin ew şewat ji ber xemsariya çend kesan çê bû ku karê îzogamê dikir, wesa agir berbû wê derê ji destê wan derkeft”.