“Helwesta Bexdayê li ser radestkirina firokxaneyan ne diyar e”

Bexda daxwaza radestkirina desthilatên firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dike, lê ta niha ti nivîseke fermî ji Herêma Kurdistanê re birê nekiriye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bexda daxwaza radestkirina desthilatên firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dike, lê ta niha ti nivîseke fermî ji Herêma Kurdistanê re birê nekiriye.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Herêma Kurdistanê ji K24ê re got: “Wezaretê 2 nivîs ji Bexdayê re şandine. Di nivîsa yekem de me amadehiya xwe jib o guftûgoyê de nîşan daye. Di ya duyem de jî, me gotiye em amade ne biryaran cibicî bikin, fermo werin em rûnin. Lê heta niha ti bersivek wernegirtiye, ji ber wê ne diyar e Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza kîjan desthilatê dike.”

Şarezayê yasayî Kurmanc Osman jî dibêje: “Di yasa de hatiye diyarkirin, ku desthilata federalî amadebûna wê li deriyên sînorî hebe, lê bi razemendiya parêzgeh û herêmên federalî. Berî demekê jî Hevpeymaniya Navdewletî got, heger Bexdayê daxwaz ji me kir ku di beşdariyê wê di rêveberiya deriyên sînorî de hebe, em amade ne, lê divê razemendiya parêzgeh yan herêmê hebe.”