Necmedîn Kerîm: Îro yekem gav e berve serxwebûna Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel hevjîna xwe bi cil û bergên Kurdî li binkeya dengdanê li bajarê Kerkûkê beşdarî proseya dengdana referandûma serxwebûna Kurdistanê bû û dengê xwe da.
Piştî dengdanê, Necmedîn Kerîm ji rojnamevanan ragihand, îro rojek e di jiyana me hemûyan de dimîne û emê ji neviyên xwe re bibêjin ku yekem pêngavên dewleta Kurdistanê ya serbixwe dana.”
Parêzgarê Kerkûkê ji bo Kurdistana azad û serbixwe daxwaz ji tevahiya xelkê parêzgeha Kerkûkê kir, beşdarî proseya dengdanê bibin.
Herwiha got: “Sibe dewam dest pê dike û diçin qonaxeke nû û ligel aliyan dest bi guftûgo dikin, ji bo jiyaneke aram û bextewer ji hemû pêkhateyan re dabîn bikin.”
Parêzgarê Kerkûkê ragihand, Kerkûk aram e û xelkê Kerkûkê di aramiyê de ye û ti metirsiyek jî nîn e.