Meyjen Çetîn Xoce kevneşopiya Radyoya Êrîvanê dişopîne

Radyoya Êrîvanê, wekî bingeha navenda dengbêjiya Kurdî jî tê naskirin. Kul û kederên Kurdan, bi deng û awazên denbêjên wekî Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Feyzoyê Riza, Meryem Xan û hunermendên wekî wan belavî dinyayê bûne. Hunermendê Meyjen Çetîn Xoce jî ji zarokatiya xwe ve guhdarvan û evîndarekî dengbêjên Radyoya Êrîvanê ye. Çetîn Xoce li Êliha Bakûrê Kurdistanê ji bo ku kevneşopiya dengbêjiyê zindî bimîne, meyjeniya xwe didomîne.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Egîdê Cimo û Aslika Qadir û Efoyê Esed û Şebabê Egîd û hîn gelek dengbêjên wekî wan bi stran û kilamên xwe, çand dîrok û serpêhatiyên Kurdî ji frekansên Radyoya Êrivanê belavî dinyayê dikirin. Hunermendê Meyjen Çetîn Xoce jî dibêje ku min feyz ji wan dengbêjên mezin standiye û niha bi kurê xwe Egît re xizmetkariya muzîka Kurdî dikim.

Hunermendê Meyjen Çetîn Xoce li ser destpêka xwe bi Radyoya Êrîvanê re wiha ji K24ê re axivî: “Ez zarok bûm, min şevan li Radyoya Êrîvanê guhdarî dikir. Lê belê ji sala 1988’an ve min dest bi lêxistina meyê kiriye. Min feyza xwe ji dengê Radyoya Êrîvanê, meya Xelîlê Evdile, Şamilê Beko stend.”

Radyoya Êrîvanê ji sala 1945’an ve heta îro huner û dîroka Kurdan li hemberî wendabûnê zindî dihêle û diparêze. Meyjen Çetîn Xoce dibêje, ez bi dengê dengbêjan mezin bûme û ez di wan stranan de dîroka serhildan û tolhildanê hîn bûme. Çetin Xoce amaje dike ku heta niha 775 kaset dagirtine û li Rûsya, Ermenîstan, Azerbeycan û Kurdistanê geriyaye û bi sedan hunermend û dengbêjan re xebitiye.

Çetîn Xoce dibêje: “Em nahêlin Radyoya me ya Êrîvanê bêxwedî bimîne. Em dibêjin em cihê yên berê negirin jî divê em nehêlin radyoya me, bêxwedî bimîne. ”

Egît jî kurê Çetîn Xoce ye, Egîd dibêje; ez bi çavên zaroyekî li xwe nanihêrim; bi çavên kesekî 60-70 salî û xwedî cerebe li xwe dinihêrim.  Çetîn Xoce li gel meyjenê piçûk Egîd di civat û mîhrîcanan de meyê lêdixe û guhdarvanan dibin civatên Radyoya Êrîvanê. Çetîn Xoce dibêje; her çiqas meyla hunermendên niha li ser muzika modern a Rojava be jî divê muzik û dengbêjiya Kurdistanî jî neyê jibîrkirin.