Mark Stro: Em hevpariya xwe bi Herêma Kurdistanê re berdewam dikin

Mark Stro
Mark Stro

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em li Herêma Kurdistanê dimînin û naçin çi cihan. Weberhênana me li vê derê peywendiya me ya bi Herêma Kurdistanê re diselimîne, ku çi deman hindî niha bihêz nebûye”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Stro îro (Sêşem, 07.05.2024) di konfiranseke rojnamevanî de di merasîmên nûjenkirina Deriyê Behdînanê de li Amêdiyê ragehand, “Me bi Herêma kurdistanê re nirxên hevpar hene û çavê me li wê yekê ye ku em hevpariya xwe bi Herêma Kurdistanê re berdewam bikin û armancên xwe bi cih bînin”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Vekirina Deriyê Behdînanê bi awayekî fermî cihê dilxweşiyeke zêde ye, Amerîkayê 750 hezar dolar ji bo nûjenkirina vê gencîbeya ferhengî û vegerandina wê bo ser awayê wê yê mezin terxan kirine”.

Mark Stro di derheqa Deriyê Behdînanê de herwesa got, “Ev derî vedigere serdema Mîrgeha Behdînanê, hin parên wê vedigerin sedsala sêyê, ev jî dîroka dêrîn û rengîn a vê deverê diselimîne ku Kiristiyan, Cihû, Zerdeştî, Misilman û yên din bi riha lêborînê himbêz kirine û heta niha jî wekî nimûne û standarda deverê maye”.

Navbirî di derheqa weberhênanê li Herêma Kurdistanê de jî got, “Weberhênana me li vê derê peywendiya me ya bi Herêma Kurdistanê re diselimîne ku çi dema hindî niha bihêz nebûye, em pabendî vê deverê ne û em naçin çi cihan”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em ji nêz ve bi xwedîkar û civaka sivîl û kertên perwerdeyê û ewlehiyê re kar dikin, ji bo piştrastbûnê ku Herêma Kurdistanê bi awayekî seqamgir û tena û demokrat hebe û rêzê li mafên mirovan bigire.

Mark Stro tekez jî kir, “Çavê me li wê yekê ye ku em hevpariya xwe bi wan kesan re berdewam bikin ên me bi hev re nirxên hevpar hene, ji bo pêşxistina hevpariyên me bi Herêma Kurdistanê re”.

Navbirî amaje jî da, “Hizira dijwar a DAIŞê dixwast hemî şûnpêyên pêkvejiyana dînî nehêle, Deriyê Behdînanê cihê vegêrana çîrokekê ye ji bo bi sedan salên din û dê alîkar be ku nifşên paşerojê wê yekê ji bîr nekin ku Amêdî û ew dever bi giştî ji bo bi sedan salan cihekê pêkvejiyana dînî û azadiyê bûye û dê her wesa bimîne jî”.