32 helbestvan di mîhrîcanekê de helbestên xwe xwendin

Piraniya wan ji Rojhilata Navîn 32 helbestvan li Tirkiyê di mîhrîcaneke helbestan de derketin pêşberî dildarên helbestan. Mîhrîcana ku li derve di nav sirûştê de hate lidarxistin ji 7 salî heta 70 salî ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin. Beşdarên mîhrîcanê bi taybetî bi helbestên li ser şer û karesatan hatine nivîsandin gelekî hestyar bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Piraniya wan ji Rojhilata Navîn 32 helbestvan li Tirkiyê di mîhrîcaneke helbestan de derketin pêşberî dildarên helbestan. Mîhrîcana ku li derve di nav sirûştê de hate lidarxistin ji 7 salî heta 70 salî ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin. Beşdarên mîhrîcanê bi taybetî bi helbestên li ser şer û karesatan hatine nivîsandin gelekî hestyar bûn.

Li Stenbolê di mîhrîcaneke helbestan de helbestvanekî Kurd ê Suriyeyî karesata terora DAÎŞê vedibêje. Ehmed Jundî sala 2011an de piştî şerê navxweyî yê Surî destpêdike tê û li Tirkiyê bi cî dibe. Jundî di sala 2004an de dema ku li Qamişloyê xwendevanê hiquqêye, beşdarî çalakiyeke li dijî rejîmê dibe û dikeve girtîgehê; û helbesta xwe ya yekemîn jî di girtîgehê de dinivîse.

Helbestvanê Kurd Ehmed Jundî ji K24ê re wiha axivî: "Ez di sala 2004an ji ber bûyerên li Qamişlo ketim girtîgehê. 4 mehan ez di girtîgehê de mam piştî wê têkiliya min bi zankoyê re birrîn. Min ji wê demê û şûnde dest bi nivîsandina helbestan kir. Helbesta min ya ku min li ser sehnê xwendî li dijî terorizmê û bi taybetî li dijî DAÎŞê bû. Helbest bi awayekî radîkal li dijî komkujiyên DAÎŞê sekna min vedibêje. Helbestên min hemû li ser aşitî, biratî û wekheviyê ye."

Ehmed Jundî yê ku helbestên xwe bi Erebî dinivîse li Tirkiyê bo ku debara xwe bike di gelek karên cûda de xebitiye. Jundiyê ku niha bi karê grafîkê mijûle heta niha di gelek rûpel û blogên înternetê de helbestên xwe weşandiye û ew êdî dixwaze van helbestan wekî pirtûk çap bike.

Mîhrîcana ku îsal dûyemîn care tê lidarxistin piraniya wan ji dewletên Rojhilata navîn bi beşdariya 32 helbestvanan birêve çû. Di mîhrîcanê de helbestvanekî din ê balkêş dîsa helbestvanekî Suriyeyî Mamoud EL Tawîl bû.

Mahmoud EL Tawîl jî heta di sala 2014an de tê Tirkiyê, li welatê xwe bê hejmar car tê girtin û dikeve girtîgehê. Tawêêl jî helbesta xwe ya li Stenbolê xwendî di sala 2011an de li Surî di girtîgehê de nivîsiye.

Helbestvanê Surîyeyî Mahmoud Al Tawîl got: "Di hepsê de pênûs û kaxiz tûne bû û ji ber wê jî min bi sabûnê li ser dîwaran dinivîsî. Ji bo ez ji bîr nekim min gelek caran dûbare dikir. Dema ez ji hepsê derketim min li ser kaxizê nivîsand. Ez di helbestên xwe de zilma rejima Surî û rewşa zarokên ku rastî bombeyan hatine vedibêjim. Ez dixwazim bi van helbestan qirînên zarokan bi cîhanê re parvebikim."

Helbesta helbestvanê Amal El Juboriyê Iraqî ku hemu guhdarvan pê gelekî hestyar bûn dîsa derbarê karîgeriya şer û terorîzmê ya li ser civakan de bû.

Aktîvîst û helbestvan Amal El Jobourî ya ku bi salên dirêje li Brîtanyayê dijî, pê bawere ku zimanê helbestan hestên wekhevî û biratiya di navbera gelan de xurt dike. El Jubouri ji K24ê re got: "Helbestên min hemû hestên min yên li dijî şer û terorîzmê vedibêjin. Ez wan hestên xwe li ser kaxizan dinivîsim. Ez helbetsvanim, dema ji min dipirsin dibêjin tû Kurdî yan Erebî ez dibêjim ez mirovim, helbestvanim û aktîvîstim."

Mîhrîcana ku 4 rojan berdewam kirî di gel stranên helbestvanê Tirk Tuna Kîremîtçiyê ku ji helbestên xwe çêkirî û bi dîmenên rengîn bi dawî bû.