Festîvala şanoyê ya Diyarbekirê şanogerên Kurdistanê tîne gel hev

Festîvala 6. a Şanoya Bajêr a Diyarbekirê dest pê kir û di çarçoveya festîvalê de ji Rojhilat jî lîstik hatin pêşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Festîvala 6. a Şanoya Bajêr a Diyarbekirê dest pê kir û di çarçoveya festîvalê de ji Rojhilat jî lîstik hatin pêşandan. Lîstika bi navê “Derveyî Derî” ku bi Zaravayê Soranî hat pêşandan, ji aliyê hezkiriyên şanoyê ve rastî eleqeyê hat. Derhênerê lîstikê û şanogerên Bakur da zanîn ku ji bo berbihevbûna çand û hunera Kurdî, pêdivî bi dorfirehkirina festîvalan heye û ev festîval ji bo dan û stendina şanogeran gelek bi sûd derbas dibe.

Di Festîvala 6’emîn a Şanoya Bajêr a Diyarbekirê de ji bilî lîstikên aîdê bakûr, lîstikên başûr û rojhilat jî tên pêşandan û ev lîstik ji aliyê şanohezan ve rastî eleqeyê tên. Yek ji lîstikên ku di festîvalê de hat pêşandan jî lîstika bi navê “Derveyî Derî” bû. Lîstika ku bi 9 lîstikvanan hat pêşandan; bi derhêneriya Rehîm Ebdolrehîmzade tê kirin. Ebdolrehîmzade dibêje; bi rêya festîvalê pêwendiyên girîng di navbera hunermendên Kurd de tên danîn.

Rehîm Ebdolrehîmzade ji K24ê re wiha axivî: “Şano zimanekî cîhanî ye. Fêmkirina zimanê şanogeriyê li ser liv û tevgerê ye, li ser wêneyê ku tê pêşandan e. Ji derveyî babeta ziman û zarava; şanogerî dikare li her devera cîhanê pêwendiyê deyne. Em jî wekî koma şanogeriyê, gelek kêfxweş in ku em li Diyarbekirê xweş lîstikên xwe pêşkêş dikin.”

Mijara Şanoyê li ser jiyana leşkerekî Elman ê bi navê Bekman e. Bekman di şerê 2’yemîn ê cîhanê de 3 salan dîlgirtî bûye û piştî ku derdikeve ji ber guherîna desthilatê ew tu kesî nas nake û tu kes jî wî naxwaze. Lîstik li ser wê bingehê ye ku Bekman diçe ber kîjan dergehî, dergeh jê re venabin û li derve dimîne. Omer Şahîn ê ku 17 sal in li Bakur şanogeriyê dike dibêje; di lîstikên şanoyê de fêmkirina zimên girîng e lê bi liv û tevgerên profesyonel, naveroka vê lîstikê bi zelalî hat fêmkirin.

Şanoger Omer Şahîn dibêje: “Dema festîval çêdibin, ew têkiliyên di navbera hunermendan de zêde dibin. Hêviya min jî ew e ku di pêşerojê de festîvalên bi vî awayî ne tenê li Tirkiyeyê, ne tenê li Îranê yan jî li başûr, li her derê bi vî awayî festîval çêbibin û em hunermendên Kurd di van festîvalan de hev û din bibînin û li berhemên hev temaş bikin, li ser berheman nîqaş bikin.”

Şanogeriya Kurdî di dîrokê de cara yekemîn di sala 1893’yan de li Pêşangeha Cîhanî ya Chicago dest pê kiriye û lîstika yekemîn a nûjen jî di dîroka Kurdan de lîstika Memê Alan e ku ji aliyê Abdurrahman Rahmî Hakkarî ve hatiye nivîsandin û di sala 1918’an hatiye pêşandan. Ji wan salan heta niha Şanogeriya Kurdî 125 sal in, bi destê nifşan bê navber berdewam e.