Ji bo milyonan zarokên kurd tenê 10 mamoste tên peywirdarkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ragihand ku dê 10 mamosteyên zimanê kurdî werin peywirdarkirin ku ev yek ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve rastî bertekan hat, rêxistinên zimanê kurdî bang kirin ku kurdî bibe xwedî statû. Rêxistinên perwerdehiyê jî amaje kirin ku ev yek nêrîna dewletê ya hember zimanê kurdî nîşan dide.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê da zanîn ku dê 20 hezar mamoste werin peywirdarkirin û di nava 20 hezaran de bo mamosteyên kurdî tenê 20 kontenjan hatine veqetandin ku 6 jê kurmancî û 4 jî zazakî ne.  Rêxistinên zimanê kurdî derbarê vê rewşê de amaje kirin ku bi milyonan zarokên kurd hene lê tenê 10 mamoste tên peywirdarkirin ku ev yek ji rastiyê dûr e û bang hate kirin ku kurdî bib xwedî statu û bang li hemu sazî, rêxistin, partîyên siyasî yên kurd hate kirin ku bi awayeke yekdeng hember vê rewşê bertek nîşan bidin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Heta ku em wisa ji hev belawela bin, heta ku em nebin yekdeng ti tişt nayê bidestxistin. Divê kurdên nava Ak Partî û CHPê de jî û yên partiyên din jî bertek nîşan bidin, divê kurdên ku qaşo misilman in jî bertek nîşan bidin, ji ber ku mijara ziman ser her tiştî re ye.”

Sendîkeya Perwerdehiyê jî derbarê kêmbûna hijmara mamosteyên kurdî de amaje kir ku 25 hezarî zêdetir xwendekaran waneya bijare ya zimanê kurdî bijartine ku ji xwe astengî bo vê yekê dihat derxistin, niha jî bi hijmarek biçuk mamoste tên wergirtin ku ev yek nêrîna neyînî ya hember zimanê kurdî nîşan dide.

Rêveberê Sendîkeya Perwerdehiyê yê Şaxa Diyarbekir Faruk  Ercan dibêje: “Desthilat ne di wê armancê de ye ku zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.  25 hezar zarokan waneya kurdî hilbijartine lê sala borî 130 mamosteyên kurdî hebûn ku ev yek qet têra perwerdehiyê nake.”

Nava 10 salên dawîn de 189 mamoste hatine peywirdarkirin ku nava 2018-2022yê de 45 mamosteyên kurdî beşên xwe guhertine, nûnerên sendîkeyan dibêjin ser qaxezê maf heye lê di meriyetê de mef nayên nasîn.