Li Enqerê piştî rewşa awarte konsertek hat li darxistin

Kesên ku tevlî konsertê bûn digel stranên hunermendan govend gerandin û hindik be jî bi saya hunermendan coşeke berbiçav xwe da ser welatiyan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/38b90871-303d-42be-85c9-22763e7f86cb/LiEnqereKonsertaAshitiUDemokrasiHateLiDerxistin.ism/manifest

K24-Enqerê

Bi ragihandina Rewşa Awarte re ji aliyê siyasetmedar û dam û dezgehên civakî hate ragihandin ku mafên mirovan tê binpêkirin û astengî li ber jiyana asayî tê derxistin. Li Enqerê ji bo durketina derûniya Rewşa Awarte qonserteke bi navê "Aştî û Demokrasiyê" hate sazkirin.

Li Tirkiyê piştî darbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê ji bo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin û di çerçoveya Rewşa Awarte de gelek mafên mirovan hatin binpêkirin û gelek konsert jî li tevahiya Tirkiyê hatin betalkirin. Li navçeya Enqerê, Mamakê jî bi pêşengiya Halkevlerî û şaredariya Çankayayê konsertêk hat sazkirin. Armanca vê konsertê ji aliyê rêveberên komeleyê ve wek durxistina ji derûniya Rewşa Awarte ya welatiyan hate destnîşandkirin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê welatiyan ve beşdariyeke mezin di qonsertê de hate pêkanîn û ji aliyê çapemeniyê ve jî eleqeyeke mezin hate nîşandan.

Di konsertê de, koma Mogollar û Yenî Turku, herwiha ligel wan hunermendên bi nav û deng ên wek; Mustafa Ozarslan, solîsta koma Kardeş Turkuler Feryal Oney jî cih girt. Ligel ve yekê qada ku konsert lê hat sazkirin ji aliyê polisên bi hesp û gelek endamên hêzên ewlakariyê ve hat dorpeçkirin û bergiriyên berfireh hatin danîn.

Rêvebira Halkevlerî – Tirkî Yilmaz wiha got:

"Beriya Rewşa Awarte li Şirnêxê, Cizîrê, Diyarbekirê û gelek bajarên din ji xwe rewşeke awarte ya neyaseyî hatibû ragihandin. Niha jî ji bo ku hikûmet desthilatdariya xwe ji nû ve damezrîne, li rojavayê Tirkiyê jî li dijî civaka opozîsyon heman tevgerê dimeşînê. Em ê jî li her deverê li dijî rawestin."

Qada konsertê bi pankartên wek "Ev jiyan ya me ye" ,"Em li hemberî dijminahiya jinan radibin ser piyan" û gelek dirûşmeyên din hatin xemilandin. Di vê konsertê de ji bilî welatiyan, parlementer jî beşdarî tê de kirin. Ew welatî û hûnermendên ku beşdarî di konsertê de kirin ji Kurdistan24ê re axivîn.

"Ev 3-4 sal in, lê bi zêdetir jî ev sê meh in ku muzîk, huner û wêje di warên raya giştî de bêdengiya xwe diparêze. Gelek ji me şahid bûne ku gelek konsert hatine betalkirin. Ewlehî zêdeye lê konsert ji bo kêfxweşiya mirovan tiştekî giring e û pêdiviya me jî ya gel jî bi van konsertan heye."

"Konsert zêde xweş e . Lê belê xuya dike ku gel hindekî tirsiya ye, ji ber wan teqînên ku rû didin. Em ji bo kurê xwe paşêrojeke xweş dixwazin."

Herwiha kesên ku tevlî konsertê bûn digel stranên hunermendan govend gerandin û hindik be jî bi saya hunermendan coşeke berbiçav xwe da ser welatiyan. Li gel vê yekê ji bo welatî baştir karibin temaşe bikin di qada konsertê de ekranên mezin jî hatin bikaranîn.