Çêroknivîsa Kurd Meryem Qazî koça dawiyê kir

Çêroknivîsa ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî îro li Mehebadê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çêroknivîsa ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî îro danê sibê li Mehebadê koça dawiyê kir.

Meryem Qazî, ji bilî nivîskariyê di warê mafên jinan de jî çalak bû û bo parastina mafên jinan gelek çalakiyên binix pêk anîbû.

Ew nivîskara Mehabadî ji malbata serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed bû û demekê di telefizyona Mehebadê kar kiribû.

Yek ji pirtûkên navdar yên Meryem Qazî, çêroka bi navê Pirjîn bû ku li ser kîmyabarana Helebcê nivîsîbû.

Meryem Qazî sala 1963 li bajarê Mehabadê jidayîk bûbû û ji ber nexweşiya penceşêrê duhî koça dawiyê kir.

 

S. B