Li Diyarbekirê bîreke din a neftê tê vedan

Diyarbekir (K24) - Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên Kompaniya Neftên Tirkiyeyê ve hatin ragihandin, dê li navçeya navendî ya Diyarbekirê ya Sûrê bîreke din a neftê were vedan.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, xebatên ku ji aliyê Gerînendehiya Herêmê ya Êlihê ya bi ser Kompaniya Neftên Tirkiyeyê ve vê carê dê li taxa Kuçukakoren a navçeya Sûrê, li ser qada 8 donimî werin kirin.

Hat ragihandin ku dê ji bo zeviya kesane ya bi hejmara rûxsatê ya ARİ/TPO/2681ê, bi rêbaza sondaja vegerok, bîra Ambar Hazro-1 a tespîtê were vedan.

Hat zanîn ku dê di encama xebatên bên kirin de bîr bê vedan û bi rêbaza sondajê jî dê hebûna neftê ya li vê qadê were diyarkirin.