Festivala Diyarbekirê hunermendên Kurdistanê kom dike

Kurd24

K24- Diyarbekir

Li Bakûrê Kurdistanê ji aliyekî ve, şer û alozî didomin, ji aliyê din ve hunerkar jî, bi berhemên xwe bêhneke hunerî pêşkêşî civakê dikin. Li Diyarbekirê di festivala Şanoyê de ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê Şanoger lîstikên xwe pêşkêş dikin. Di festivalê de, bi zimanê Kurdî, Tirkî, Farisî û Erebî lîstik tên pêşkêş kirin.

Hunerkarên Şanogeriyê, di 3yemîn Festivala Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê de, ji Kurdistan û welatên derdor beşdarî dikin û lîstikên xwe pêşkêş dikin. Şanoger baldikşînin ji erdnigariya Kurdistan şer û tundî kêm nabin, lê aliyên din yên jiyana civakî jî berdewam dike.

Kemal Ulusoy ku 35 sal e li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê Şanogerî dike, ragehand ku ew di serdemên aloz de jî fêrbûyîne ku xebatên xwe bidomînin û berhemên hunerî pêşkêş bikin. Ulusoy dazanîn ku ne ji ber xemsariyê, wek helwest di rewşên aloz de jî hunerkarî nadin rawestandin.

Kemal Ulusoy ji K24 re got: “Di Şanoyê de, ji Rojhilat û Başûrê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê jî şanoger beşdarî festivalê bûne û listikan pêşkêş dikin.”

Merîwan Zangana jî ev 30 sal e ku li Başûrê Kurdistanê bi hunera şanoyê re xebat dike jî balkişand ku ji ber xaka Kurdistan di bin dagerkeriyan de maye, derfetê çand û hunera resen a Kurdî çênebuye û diyar kir ku hilberina hunerên çandî bo Kurdan girîng e.

Derbarê mijarê de Merîwan Zangana diyar kir ku “Rêvebirên Festivalê diyar kirin ku ji ber şer û aloziyan ew bi guman  bûne ku temaşevan werin listikan, lê heskiriyên şanoyê yê Amedê bi taybet baldariyeke mezin bol istikan nîşan dane bi taybet jî lîstikên Kurdî.”