Ciwan Haco: Kes nikare vîna Kurd bişkîne

Ciwan Haco got: “Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek xerab de jî bin, kes nikare vîna Kurd bişkîne”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwan Haco got: “Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek xerab de jî bin, kes nikare vîna Kurd bişkîne”.

Hunermendê navdar liser zaroktiya xwe diyar kir: “Ez zarokek gelek natebite bûm. Min qet guhdariya kesî nedikir. Ger min di biçûkatiya xwe de dilên hinan hiştibe, ez li vir lêborîna xwe ji wan dixwazim” Bi hunermendê navdar Ciwan Haco re li ser albuma wî ya nû “Felek” em axifîn.

Bi hunermendê navdar Ciwan Haco re li ser albuma wî ya nû “Felek” em axifîn.

Hevpeyvîna Ciwan Haco ligel K24:

Em li ser albûma te ve biaxifin. Navê wê, çima “Felek” e?

Di dema dawî de Kurd ne di rewşek baş de ne, me gelek hêjayî wenda kirin. Wekî Kerkûk û Efrînê. “Pêvejoya Aştiyê” biser neket. Rewşa Kurdan di 2017an de ne baş bû. Gava ez liser albûmê ponijîm, girêdayî van hemû bûyeran, min nav ji “Felek” baştir nedît.

Di xebatên xwe de, we hestên evînê, welat, bîrîkirinê, hesreta welat, têkoşîna neteweyî, bi me dan jiyandin. Ev albûma we jî, weha ye?

Bi naverok belê. Di nava min de her dem du hestên kûr hene. Yek – welatê min. Kurdistan. Du – evîn. Ev her du hest her dem ligel min cihê xwe diparêzin. Jiber vê yekê albûma min, ji pirsgîrekên welatê min ne dûr e û di nav de gelek stranên evînî jî hene. Di albûmê dê stranek liser rojnamevana ku jiyana xwe jidest dayî Şîfa Gerdî jî stranek heye. Di cîhanê de jidest dan a jiyana wê, gelek deng da bû. Liser vê, min jî xwest stranek xemginiyê bêjim.

Gava we liser albûmê kar dikir, tiştên ku hêz dida we çi bûn?

Ez çend ji welatê xwe dûr jî bim, ewqas jî nêzîk im. Ji bo vê albûma xwe min hest û hêz ji du jinan rêzdar - Şîfa Gerdî û Arîn Mirkan girt. Herçend ez bi jin im jî, evîn hestek xwe ya kûr ligel min heye. Cîhê evînê di dilê her mirovî de cihek taybet û girîng werdigire. Hest û hêza min ya din jî ew e.

Ti planên we yên konseran hene? Li Kurdistanê yan jî li Tirkiyê?

Erê, piştî biqasî mehekê ji bo kişandina klîpan ezê li başûrê Kurdistanê bim.  Niha planeke konseran nîn e, lê li wir dikare were plankirin. Lê, li Tirkiye rewş ne baş e. Jiber rewşa di herêmê de tê jiyandin, ev çend sal in ez nikarim li wir konseran bidim. Hêvîdar im li wir rewş baş bibe û ez bikaribim li wir jî konserekê bidim.

Ji cîhê şirketên kevin ên ku albumen Kurdî derdixin, we şirketek albûman a nû, ku qet heta niha album dernexistibûn jilbijart. Ev ne biryarek bi risk e?

Na, ne biryarek bi risk e. Xwediyê Red Muzik ku albûmê derdixe Ayhan Evci, ji 30 salî ve hevalê min. Derhênerê albûmê jî ew e. Ev şirketek ku weşanên dijital jî dike ye û bawer im mîsogertir e. Berê zelaliyek liser firoştinan nebû. Çiqas tê guhdarîkirin, me nizanîbû. Lê, di rewşa dijital de ne weha ye, albûm çiqas tê guhdarîkirin her tişt bi hejmar eşkere ye.

Hûn rewşa îro ya Kurdan çawa dinirxînin. Wekî hunermendekî hezkirî peyama we çi ye?

Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek zehmet de bin, kes nikare vîn a me bişkîne. Ez ti caran baweriya xwe jidest nadim. Rast e gelek bûyerên nexweş hatin jiyandin. Li rojava, rewşa Efrînê, li başûr, rojhilat li wir jî rewş xerab e.

“Pêvajoya çareseriyê” û diyalog divê dîsa destpê bike. Kurd û welatên beramber divê rûnin û biaxifin. Ev neçarê vê yekê ne. Bi şer û lêdanê tiştek bidest nayê. Baweriyek weha ligel min peyda bûye, ji şer herî zêde Kurd zerarmend in. Em di sala 2018an de dijin. Divê em rêyeke aştiyane bidin pêş xwe.

Babeteke din, di malbatekê de gelek xwişk û bira hene û her yek ji wan xwedî ramanên xwe ye. Kurd jî divê weha bin, herçend xwedî siyasetên cuda bin, dive rêza hevûdu bigrin. Kongreya Neteweyî jî, dive lidar bikeve. Heta niha serneketiye, lê divê biser bikeve.

Min dixwest liser hin tiştên ku liser we tên meraq kirin, biaxifin. Ciwan Haco zarokek çawa bû? Di malbatek çawa de mezin bû?

Malbata min wekî her malbatek Kurd e. Em li gund mezin bûn. Resen em ji Bakur in. Diya min ji gundê Tilê yê nêzîkî Sêrtê, bavê min ji gundek nêzîkî Midyad a Mêrdînê ye. Piştî Şoreşa Şêx Seîd neçar bûne ku ji deverên xwe koçber bibin. Ez jî, li gundek nêzîkî Tirbespiyê hatime dinê. Wekî her zarokek Kurd bûm, bi tope dilîst. Wê demê futbolê gelek bala me dikişand.

Di gundê me de Suryanî, Kurdên Êzdî, Kurd hebûn. Min zarokiyek xweş derbaskir. Hîn jî zaroktiya min tê ber çavên min. Ez zarokekî gelek netebita bûm, min guhdariya kesî nedikir. Di zaroktiya xwe de, ger min dilê hin kesan hiştibe, li vir lêborîna xwe ji wan dixwazim.

Te dixwest bibe çi, gava tu mezin bibî?

Her ku tê bîra min, min dixwest bi muzikê re mijûl bibim. Ji xwe, gava min albûma xwe ya yekem – Emîna derxist, ez 13-14 salî bûm. Mi tembûr digirt destê xwe û bi saetan lê dixist û min digot: Rojekê ezê bibin stranbêj, hunermend.

Malbata we, li vê daxwaza we çawa temaşe dikir?

Malbata min, her piştgiriya min kir. Em bi Êzdiyan re, bi hevûdu re mezin bûn. Di malên wan de tembûr hebûn. Her dihatin mala me û li mala me li tembûrê dixist û stran digotin. Min weha destpê kir.

Hûn ji kîjan strana xwe hez dikin, ku bibêjin?

Rojen Bernas, “Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir” gelek xweş nivîsandiye, ya duyem jî melodiya wê, hevûdu gelek baş temam kirin. Rewşa Kurdan gelek baş tîne ziman, bi naverokek gelek bi hêz. Jiber vê taybetmendiyek wê ligel min heye.

Hûn bîra Qamişlo dikin?

Bêgûman gelek bîra wê dikim. Hêvîdar im rewş baş bibe û ez vegerim wir.

Di dawiyê de, tiştek ku hûn bixwazin bibêjin?

Ji bo vê hevpeyvînê spasiya Kurdistan24ê dikim û serkeftinê dixwazim.

 

Ciwan Haco:

Di sala 1957an de li rojavayê Kurdistanê, li Qamişlo hatiye dinê. Resen ji Mêrdînê ye. Malbata wî di encama Şoreşa Şêx Seîd de neçar maye koçber bibe. Di zaroktiyê de bi muzikê re têkildar bûye, piştî qedandina liseyê, ji bo perwerdehiya muzikê derbasî Ewrûpa bûye. Ji zaroktiya xwe ve albumên muzikê derxistine. Ciwan Haco bi jin e û li Swêdê dijî.