Şêwekar bi firçeya xwe şerê tîrorê dikin

Herdu hunermendên Kurd Emar û Amran ku yek ji Rojava û yê din jî ji Başûrê Kurdistanê ye li bajarê Vîlîş yê Almanyayê, pêşangeha tabloyan vekirin. Piraniya amadebûyên pêşangehê ji hunerdost û kesayetiyên siyasî û akadîmî yên Alman bûn.

K24 – Almanya

Nîgarkêşa Almanî Geata Gempe li ser pêşangehê ji K24ê re wiha axiv: “Mirov di van wêneyan de welatê kurdan dibîne . Emran gelek wêneyên xaniman, şerê li wir dibe û jinên penaber çê kirine. Ev drama tê dîtin, di dîmenên wan de xuya ye. Li Ewropa azadî heye, lê di van tabloyan de zordestî diyar e û ev nihe ji bo me tiştekî nû ye.”

Şirovekarê siyasîRolf topfhofen  jî got: “Ev wêne mêjiyê mirovan dihejîne, li ser Iraqê û Kurdistanê daxivin, herwiha li ser Sûriyê jî û mirov dikare rasteya daxê bibêje. Rohîyeta vî şêwekarî ew e, ku bi firçeya xwe şerê tîrorê dike.”