Li Diyarbekirê salane 18 ton zêr tên hilberîn

Li gorî ragihandina Serokê Jûra Zêrîngerên Diyarbekirê; di sala 2017'an de bazar rawestandîbû lê di destpêka sala nû de hêviya geşbûna bazarê zêdetir e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/389f797c-9bf4-4483-8850-7303f1412a2a/011318CJP.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, di qada zêrîngeriyê de mehane ton û nîv; salane jî 18 ton zînetên zêrîn tên hilberîn û ji bilî bazarên zêrfiroşiya bakûr û Tirkiyeyê, li welatên wekî Dûbaî, Hollanda, Belçîka û Almanyayê jî derfirotin tê kirin. Di hilberîna zêrên Diyarbekirê de zêrên ku herî zêde tên derfirotin jî gustîlên alyans in. Li gorî ragihandina Serokê Jûra Zêrîngerên Diyarbekirê; di sala 2017'an de bazar rawestandîbû lê di destpêka sala nû de hêviya geşbûna bazarê zêdetir e.

Di hefteya duyemîn a sala nû de li bazara zêrîngeriya Diyarbekirê buhayê misqalê zêrî bi 157 lîreyan, zêrê çaryek bi 257 lîreyan, nîvzêrk bi 515 lîreyan û reşadî jî bi hezar û 53 lîreyan tê firotin. Serokê Jûra Zêrîngerên Diyarbekirê Mûstafa Akkol ku di heman demê de Serokê Konfederasyona Zêrîngerên Başûrê Rojhilat e jî dibêje tene li Diyarbekirê salane 18 ton hilberîna zêran çêdibe.

Mûstafa Akkol ji K24ê re got: "Di sala 2017'an de rewş baş derbas nebû. Lê belê em ji sala 2018'an bi hêvî ne. Heger buhayê zêrî hinek biketa dê baş bibûya lê bawer nakim ku buha jî bikeve."

Li vê atolyeya Diyarbekirê jî 30 sal in di qada zêrîngeriyê de gustîlên alyans tên hilberîn. Gustîlên ku ji Diyarbekirê bi sedan teşeyên cihêreng tên amadekirin, li hemû bajarên bakûr û hezar navendên zêrfiroşiya bajarên Tirkiyeyê tên belavkirin. Serdar Esen hosteyê çêkirina alyansan e û dibêje; di xebatên zêrîngeriya Diyarbekirê de bi sedan jin û ciwan bûne xwedî pîşe û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Serdar Esen dibêje: "Li gelemperiya bakûr, hilberîna zêran gelek kêm e. Ji ber vê yekê hem ji bo aboriya herêma xwe, hem jî  ji bo ku ji xelkê me re derfetên kar peyda bibin, em hewila hilberîneke zêde didin. Tiştên ku em çêdikin, li bazara Ewropayê tên belavkirin."

Di nav zêrîngerên Diyarbekirê de jî bazara kirîna nîvzêrk û reşadiyan zêdetir bûye. Zêrînger Şêxmûs Dorak Dibêje, hemû zêrîngerên Diyarbekirê di demsalên dîlanan de kara herî zêde dikin û hêza kirna xelkê ya ji bo tomarkirinê tene li ser nîvzêrkan e.

Şêxmûs Dorak got jî: "Cureyên bi nexş û cureyên ku destkariya wan zêde ye, nayên tercîhkirin. Ji bo tomarkirinê herî zêde zêrên wekî reşadî û nîvzêrk tên firotin. Baş e, em ji dan û stendinan razî ne."

Li Tirkiyeyê hilberîna herî zêde ya zêran li Stenbolê, bi 150 fabrîqe û 2 hezar û 500 atolyeyan tê kirin û salane 12 ton zêr tê hilberîn. Li gorî nûnerên zêrîngerên herêmê radigihînin; hilberîna zêran a ku tene li Diyarbekirê salane 18 ton e; tevkariyeke baş li aboriya herêmê dike.