li Bakurê Kurdistanê bandora şer li ser cotkariyê

Di heyama pevçûnan de piraniya cotkaran ji tirsa guleyên ji aliye Sûrê ve dihatin avêtin nedikarîn bi şev avdaniyê bikin. Ji ber wê yekê berhevkirina hilberan jî dereng ma.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1770e61f-68ac-41ad-9250-b2a67d2ef305/CotkarenBaxceyenHevseleJiPevcunanBandorekeNeyiniDitine-.ism/manifest

K24- Amed

 

Şer û pevçûnên li Sûr a Diyarbekirê derbeyeke li cotkariya di nava Baxçeyên Hevselê jî xist. Bi tonan fêkî û zerzewat ji nava Baxçeyên Hevselê belavî bazarên bajêr dibûn. Lêbelê îsal cotkar dereng çûn nav zeviyên xwe û xûsareteke mezin ya wan çêbû ye.Ji ber ku kirîn û firotin ne weke berê yê nirxê hilberan jî ketiye. Gelo pevçûnên Sûrê bandoreke çawa li ser abûriya cotkaran peyda kir, hevkarê me Hesen Kako di raporta xwe de li bersiva vê pirsê digere.

Ev der Baxçeyên Hevselê ne, bi Qelha qedîm re di lîsteya Mîrateyên Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de ne.Di hûndirê Sûrê de dawî li jiyana bi sedan mirov dihat; dinava van baxçeyan de jî şitlên nebatan ji bêxweditî yek bi yek hişk dibûn. Piştî ku qedexe li ser Sûrê rabû cotkar careke din bi traktoran ketin nava zeviyan.

Evdilqadir Çaksu 68 salî ye. Ev 35 sal in ku dinava Baxçeyên Hevselê de cotkariyê dike.Çaksu dibêje di heyama şer û pevçûnan de bihayê 30 Hezar Lîreyên Tirkiyê zirara wî çêbûye.

Derbarê vê mijarê Cotkar Evdilqadir Çaksu wiha ji K24ê re wiha got:"Me li ser vê zeviyê roka, tere, marûl û bexdanoz çandibûn, lê me ji ber guleyên çekan nediwêra em werin nava baxçeyê xwe. 4-5 meh an me nekarî em ji mala xwe derkevin û me baxçeyê xwe bêxwedî dihişt. Carna em 10 xûlekan dihatin lê ji ber guleyan em dîsa direviyan."

Ev der weke embara zerzewata Diyarbekirê jî tê zanîn. Baxeke naneye li ser zeviyê bi qurîşek û nîvê tê firotin lêbelê heta digihe ser sofreyê bihayê wê dibe 50 qurîş. Îsmaîl Salman 28 salî ye. Zimanê Rûsî, Îngilîzî, Tirkî û zaravayê Zazakî dizane.Kare wî yê esas bazirganî û geştiyarî ye.Ji ber ku bavê wî yê cotkar wefat kiriyê wî dev ji karên xwe yên din berda ye û bi malbata xwe re cotkariyê dike. Ew jî mexdûrê şer û pevçûnên li Sûrê ye.

Derbarê vê babetê Cotkar Îsmaîl Sayman wiha ji K24ê re axifî:"Yaw derûniya me xirab bû.Me em li welatê xwe bûn an jî li welatekî şer bûn. Ma ev der Kobanî bû, ma Sûrî bû, ma Iraq bû? Şerê li welatê me em şoq kirin. Me nezanî em li welatê xwe ne yan li welateke din in. "

Ji berku, rê teng in piraniya cotkaran bi wesayitên piçûk diçin nav Baxçeyan.Di nava 8 Hezar û 600 donim baxçe de darên fêkî yên weke Alûce, Mişmiş, Sêv, fişne, Xox, Bih, Tirî û Karçik hene.Cîhan Çaksu yê 32 dibêje, her sal herî kêm 10 xebatkarên wan hebûn lê îsal ji ber şer û pevçûnan wan nekarîn budçeya xebatkarên xwe bidin.

Derbarê vê yekê Cotkar Cîhan Çaksu wiha ji K24ê re got:

"Ji bilî cotkariyê ti karê me yê din nîne. Heta ku şer li Sûrê qediya tovê me şîn bû lêbelê ji bêxweditî hişk bû. Me Roka, tere, bexdanoz çandibû; lê ji berku me nekarî em avdaniyê bikin zeviyên me ziwa bûn.Qedexe bû, hêzên ewlekariyê em bernedidan nava baxçeyan."

Berê tomerîfiroş dihatin nav zeviyan û bazara xwe li vir dikirin. Lêbelê piştî aloziyan êdî cotkar hilberên xwe bi xwe dibin halê.Biha jî li gorî salên borî kêm bûye.Bi sedan xebatkar ji serê sibê heta êvarê zeviyan marulêbinkul dikin. Piraniya xebarkaran qîz in. Rojane her yek 30 lîre ango 11 dolar distînin.

Cotkar bi dorê avdaniyê dikin.Heger bi şev jî dor bigihe cotkarekî divê ew avdaniya xwe bike. Di heyama pevçûnan de piraniya cotkaran ji tirsa guleyên ji aliye Sûrê ve dihatin avêtin nedikarîn bi şev avdaniyê bikin. Ji ber wê yekê berhevkirina hilberan jî dereng ma.