Li Îdirê fuara xwarin û berhemên xwemalî

Li Îdira Kurdistanê fuara xwarinên xwemalî û berhemên cihî hate lidarxistin. Di fuarê de xurek û berhemên sirûştî tên pêşandan û şêniyên Îdirê jî eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Îdir

Li Îdira Kurdistanê fuara xwarinên xwemalî û berhemên cihî hate lidarxistin. Di fuarê de xurek û berhemên sirûştî tên pêşandan û şêniyên Îdirê jî eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin.

Qonaxa fuara xwarinên xwemalî û berhemên keleporî bû bajarê Îdirê. Taybetmendiya vê fuarê ew e ku bajar bajar li Kurdistan û Tirkiyê digere û xurek û berhemên sirûştî tên pêşandan. Fuar li Îdirê bi destûra şaredariyê li qada Zubeyda Xanim hate vekirin. Di fuarê de her bajar bi xwarin û berhemên xwe yên cihî beşdar bûne û ji bo geştyar û niştecihên Îdirê wan didin pêşandan. Cureyên wek, qehwe, biharat, tehin, xûrme, pênîr, cezerî û gelek tiştên din li ser dezgehan cih digirin.

Sazûmankarê Fuarê Teyfîk Kanatli ji K24ê re got: “Li vir me pêşangeha berhemên keleporî û tiştên diyarî vekir. Armanca me ya sazkirina vê fuarê ew e ku em alîkariyekê bidin nexweşên penceşêrê. Me fîrmayên vê derê anîn û ew jî piştevanî didin. Bi vî awayî jî em dê alîkariyê bidin nexweşên penceşêrê”

Di fuarê tu berhem û xwarinên ku fabriqeyan de amade dibin tune ne û hemû bi keda destan hatine çêkirin. Di fuarê de zêdetir kompanyayên Enqere, Trabzon, Semsûr, Aydin û Diyarbekirê cih digrin.

Welatiyê bi navê Ferhat Kirkit dibêje: “Tiştekî rind e, erzanî yek bêje tê de heye, baş bûn, paqij bûn, şertên tenduristiyê yanî hûn çi bifikirin li vir heye. Tiştên vir berbiçav in û tiştekî veşartî tune ne.

Lî fuarê di nava rojê de nezîkî du hezar lîreyên Tirkî berhem tên firotin û di mehên havînî de qezenc digihîje heta sê-çar hezar lireyên Tirkî. Di fuarê de nezîkî sed kes kar dike û zêdetir jî berhemên Trabzon, Beypazarı û Diyarbekirê bala welatiyan dikişînê. Herwiha ji ber erzaniyê jî niştecihên Îdirê eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin û dê fuar 15 rojan berdewam bike.