Penaberên Almanyayê 4,2 Milyar Euro pere hinartine welatên xwe
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara hefteyî ya Almanî Wirtschaftswoche di nûçeya xwe girêdayî hinartina pereyan ji alî penaberan ve ji Almanya bo welatên xwe diyarkir ku, penaberên Almanya sala 2016an 4 milyar û 200 milyon Euro hinartine welatên xwe.
Di nav wan de di rêza yekem de hevwelatiyên Tirkiye li Almanya tên. Hevwelatiyên Tirkiye 800 milyon Euro hinartine Tirkiye.