Meha Remezanê bi giranî li ser Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe

Pêşwaziyeke geş li Rojavayê Kurdistanê destpê dike, welatiyên bajarê Qamişlo bi kêf û xweşî dest bi rojiya xwe dikin û hêvî dikin ku mîna her sal bi aştî û aramî derbas bibe tevî rewşa aloz ya ku dever tê re derbas dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Pêşwaziyeke geş li Rojavayê Kurdistanê destpê dike, welatiyên bajarê Qamişlo bi kêf û xweşî dest bi rojiya xwe dikin û hêvî dikin ku mîna her sal bi aştî û aramî derbas bibe tevî rewşa aloz ya ku dever tê re derbas dibe.

Welatî bibêjin nirxê keresteyên xwarinê pir bilind e, nemaze goşt û fêkî, evjî bi sedema keysebaziya bezirganan e, ji ber wilo jî piraniya welatiyan berê xwe didin şînkayîyê û cureyên xwarinê yên erzan û ev yek rojiyê zehmetir dike, nemaze ku welatî ji vê mehê dixwazin xwarina xweî bixwin.

Ev e şeş sal meha rojiyê bi zehmetî bi ser xelkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de derbas dibe, lê îsal û ji ber ewlehiya ku li deverên Kurdî peyda dibe rojî hêsan dibe. Ji aliyekî din ve rewşa atmosfêrê ya hênik kêşeya germê kêm dike, lê her xêzanî pirsgirêka herî mezine ku welatî li rastî wê tên.