Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin

Şêwekar Lorîn Elî:

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekarî, wênexêzî û peykersazî, beşek ji çanda mirovan û jiyana wan a rojane ye. Ew hêmaneke pêwendiyê ya girîng e di navbera mirov û jîngeha tê de dijî ye. Hunera şêwekariyê wek çandeke bilind tê nirxandin. Komek hest, bîr û ramanên ne klasîkî bi awayekî dûrî peyv û gotinan tê derbirîn, lewre têgihîştina vê hunerê pêwîstî bi ferehiya xeyalê û dîtina wateyên pişt xêz û rengan heye.

Şêwekara Kurd Lorîn Elî di hevdîtina ligel Kurdistan24ê de li ser huner, tablo û jiyana xwe wiha axivî:

Şêwekara Kurd Lorîn Elî sala 1986an li bajarokê Girkê Legê jidayik bûye, sala 2008-2009an ji peymangeha Amadekirina Mamosteyan beşa Wênekêşiyê ya Hesekê derçûye. Demekê li Başûrê Kurdistanê ma û piştre koçberî Almanyayê bûye.

Pêşangehên tê de başdar bûne: Akrê: Pêşangeheke karîkatêr ya tekane. Hewlêr: Pêşangeheke şêwekariyê ya tekane. Barzan:  Pêşangeheke şêwekariyê ya tekane. Herwiha beşdarî gelek pêşangehên şêwekariyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Almanya, Brîtanya, Nemsa û Fransayê bûye.

Herwiha beşdarî di projeya Keleha Hunerê li Akrê de kir. Berhemeke wê ya peykersaziyê li ser koç û koçberiyê li Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê tê pêşandan.

Şêwekar Lorîn Elî dibêje: Ji bo hunera wênaxêziyê, ti destpêkek diyarkirî ji min re nîn e, ji çûkaniya min de û berî fêrî xwendin û nivîsandinê bibim li ser dîwarê herî û li ser rêyan diresimand. Rengên min, rengên gul û çawîrê bûn û her tiştekî li ber dest min bû, min ew boyax dikir.

Li ser pirsa çawa şêwekar tabloya xwe dikişîne, Lorîn Elî dibêje: Hunermend naxe bala xwe ku dê biresimîne yan ew hunermend e û divê tiştekî biresimîne. Ew ji xweza, behre û heza xwe ji vê yekê re diresimîne, ji ber wê dema pêwîstiya wî bi wê yekê heye, ew dixwaze hest û derbirînên ji hunava xwe derxe û li ser tablyo raxe.

Li ser regend û asoyên di tabloyên Lorîn Elî de, dibêje: Bîr, hizrên û rengên di tabloyên min de, ji ber ku ew ji hinava min dertên, ew li gor her qonaxeke jiyana min tên guhartin û bandorê li tabloyan dike, pêştir daxwaza azadiyê, piştre jî şer, xwîn û koçberî, niha jî piştî zarokê min çê bû, hestên dayitiyê zêdetir bandore li min dike.

Li ser mijarên tablo û hilbijartina rengan Lorîn Elî dibêje: Ev pirs aliyekê wê girêdayî pirsa berî vê ye, lê destpêkê li gor mijarê rengên xwe datînim, lê hilbijartina rengan li gor hest û arazûya wê demê dibin, bê hiş û bêyî ku pê biramin, yan biryareke pêşwext, hema li gor kêlîka ku tê de dijîm rengên xwe li ser tabloyê datînim. Dema diresimînim jî ji cîhanê  û ji her tiştekî rizgar dibim.

Li ser sirûşt û xwezaya Qamişlo çi di kesayetiya şêwekar Lorîn Elî de çand, got: Destpêkê ez mirov im, piştre Kurd im û hunermend im, ev hemû hest bandora wê li ser kesayetiya Lorînê û hunera wê heye. Ji ber wê heger çi bibêjim, dê bersiv û derbirîna min bi awayekî ji awayanê dê kêm be. Kurdbûna min û Qamişloya min ji wê yekê mezintir in ku karibim bi gotinan wan derbirînim.

Li ser asta tevgera şêwekariya jina Kurd û bi taybet hunermenda Rojavayê Kurdistanê şêwekara Kurd Lorîn Elî wiha diaxive: Tevgera şêwekariya Kurd bi giştî û ya jinê bi taybetî di pêvajoya pêşveçûnê de ye, nemaze ku em dibînin huner û hunermedên Kurd li seranserî cîhanê belav bûne. Hêjayî gotinê ye, em niha hewl didin komeleyekê ji şêwekariyên Kurdî re damezrînin. Binêre gelek hunermendên jin ên Kurd bipêş ketine û ketine pêşiya hunermendên mêr jî. Ev ji aliyekî ve nîşana pêşveçûna civaka Kurdî ye û ji aliyê din ve jî, pêşketina jina Kurd e. Ez gelekî bi vê pêşketinê jî dilxweş im.

Li ser koçberiya xwe ji Rojavayê Kurdistanê û bo Ewropayê, Lorîn Elî dibêje: Gelek helbestvan û wêjevan li ser koçberiyê nivîsandine. Li gor min û ji min e gelek hunermend jî wek min in, em her dem di rewşa koçberiya jixwe de ne. Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin. Herwiha em her dim di hesta zîziya bo welat û malbatê de ne. Li ser asta hunerê jî, ez li kû derê bim, heyameke min a hunerî ya taybet bi min heye. Mayîna min li Ewropayê derfetek ji min re peyda kir ku civak, huner û hunermendên ji welatên cuda nas bikim.

 

Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin
Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin