Çanda leystika kişikê li Wanê û navçeyên wê didome
K24 – Wan
Li Wanê û navçeyên wê, leystika kişikê, wek kevneşopiyekî tê leyîstin û berdewam dike. Di lêkolînên me kiriye de, li hemû navçeyan mînakên çanda leystika kişikê hebe jî, Mîksa navçeya Wanê wek çavkaniya çanda kişikê tê nasîn.
Li Mîksê, li gişt kehweyan di ciyên leystikên din yên kehweyan de, lestika kişikê tê leyîstin. ev kehwexane jî yek ji wane ku zarok û pîremêr li gel hev kişikê dileyîzin.