Pêşkêşkarê Tirk Vatan Şaşmaz li Stenbolê hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Akterê sînema û pêşkêşkarê bernameya televîzyonê Vatan Şaşmaz, şeva bihurî li Beşîktaşa Stenbolê di Hotêlek de hat kuştin.
Jina bi navê Fîlîz Aker ku Vatan Şaşmaz kuşt, bi heman demançeyê xwe jî kuşt.
Terme Şaşmaz û Aker îro li Stenbolê tên veşartin.
Hat destnîşankirin, Fîlîz Aker ku berê modêl bû û bi Şaşmaz re xoşewîstê hevbûn, li Amerîka dijî û ev mehekê ye derbasî Tirkiyê bûye.