Jinike ji Silêmaniyê li firokxaneya Stenbolê welidî lê zarok mir

Li firokxaneya Stenbolê, jinike ducanî ku ji Herêma Kurdistanê ye, dema veguhestina bo nexweşxaneyê bi rê ve zarokê xwe danî, lê zarok canê xwe jidest da. Malbata Kurd, ji ber mirina kurê xwe gilîdar bû û serî li dozgeriyê da.

K24 – Stanbol

Sazgar Mohammed Arîf a 38 salî digel hevserê xwe di 11'ê Hezîranê de bi firokeyê ji Silêmaniyê hatibû Stenbolê. Wê malbata di heman rojê de dê biçûya Beyrûtê. Lê belê jinika ducanî li firokxaneya Ataturkê ya Stenbolê ji nişka ve nexweş bû.

Bijîşkên li Stenbolê, ji bo tenduristiya jinikê destûr nedan, jinika ducanî rêwitiyê bike û malbat li otêla firokxaneyê hat bicih kirin.

Şevê din, jinika 36 salî carek din nexweş bû, ji ber ku sedye nediket asansorê bi kursiyeke da runiştandin û xistin nav ambulansê. Beriya ku ambulans bigihe nexweşxaneyê, kurê wê di rê de canê xwe ji dest da. 

Mêrê jinikê Ahmet Salar Mahmûd amaje kir, ku jina wî dewsa sedyeyê bi kursiyê tekerlek birine û loma zarokê wî miriye. Malbat derbarê bûyerê de peywirdaran sucdar kir û bo cezakirinê serî li dadgehê dan. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.