Li Qamişlo pêşangeha Fotografî

Pêşangeh sê rojan berdewam dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1497936f-0348-4859-92ab-7d709309efa8/pesengeh-qamislo.ism/manifest

K24-Qamişlo

Bi beşdarbûna hijmarek ji welatiyên deverê û hezkriyên hunerê li bajarê Qamişlo pêşengehekî fotografî bi nave "Axîn" ji aliyê rêxistina Qamişlo ya Partiya Deokrata Pêşverû hate vekirin.
derbarê pêşengehê Endamê Komîteya Rêveber a rêxistina Qamişlo Xalid Berekat ji K24ê re wiha got: "Mebesta me ji vê pêşengehê ewe, ku em nameyekê bighînin, tê de bêjin ku,  ku em jiyana xwe berdewam dikin, çiqasî zehmetî hebin li her çar parçeyên Kurdistanê,em ti carî êşên xwe jibîr nakin, emê roniyê bidin ser vê êşê daku, em karibin serkeftinên mezin bi ser bixin.
Di pêşengehê de 50 wêneyên renge reng ji aliyê 8 wênekêşan ve,ligel hindek wêneyên balkêş û watedar ji êş û azarên miletê kurd, li her çar parçeyên kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

Derbarê vê mijarê yek ji fotografer bi navê Mihmed Hesê ji K24ê re wiha axifî: "Min bi 9 wêneyan beşdarî vê pêşengehê kirye, piraniya wêneyên min ên zarokan e, min dixwest ku, di rêya van wêneyan de êşa zarokan ji xelkêre bidim xuyanîkirin."

Ji aliyê xwe ve Endama Partiya Demokrata Pêşverû Mîdya Iko nerîna xwe li ser pêşengehê anî ziman û wiha ji K24ê re got: "piraniya wêneya ên zarokan e, di çavên zarokan de nerînên bi hêz tê diyarî kirin."
Berpirsên pêşengehê diyarkirin ku,  ku di paşerojê de ewê van tabloyên ku naveroka piraniya wan astengiyên gelê kurd diyar dikin, taybet di van her çend salên dawî yê de bajarên Rojavayê Kurdistanê wekî,  Dêrik,Girkê Legê û Hesekê bo welatiyan pîşanbidin.

Pêşangeh sê rojan berdewam dike.