Fazil Mîranî: PDK û NYK derî li ber Goranê nagirin

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, “PDK û YNKê derî li ber Tevgera Goranê nagirin, bo aktîvkirina parlementoyê. Hêvîdar in jî Goran deriyê xwe negire.”
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, “PDK û YNKê derî li ber Tevgera Goranê nagirin, bo aktîvkirina parlementoyê. Hêvîdar in jî Goran deriyê xwe negire.”

Fazil Mîranî di çarçova beşdarîkirina di serxweşiya hevjîna endamê berê yê Polîtburoya YNKê “Omer Debabe” li bajarokê Koyê de ew axaftin kir û dawî helwesta partiya xwe û YNKê li ser aktîvkirina parlemetoya Kurdistanê ragihand.

PDK û YNKê di pêşniyazeke hevbeş pêşkêşî Tevgera Goranê kiribûn, ku Yûsif Mihemed di yekem civîna parlementoyê de beşdar bibe û piştî wê ew desteya serokatiyê ya niha heye bê guhatin û desteyeke nû were hilbijartin.

Lê ev pêşniyaza PDK û YNKê ji aliyê Tevgera Goranê ve nehat qebûlkirin.