Tirkiye: Li Herêma Kurdistanê dest bi operasyonekê dikin

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, derbarê encamdana operasyonekê li sînorê Başûrê Kurdistanê, welatê wî bi Bexdayê re gihêştiye hevtêgihêştinekê, ku biryar e di demek nêzîk de dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, derbarê encamdana operasyonekê li sînorê Başûrê Kurdistanê, welatê wî bi Bexdayê re gihêştiye hevtêgihêştinekê, ku biryar e di demek nêzîk de dest pê bike.

Ajansa “Anadolu” a Tirkiyê li ser zarê Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, “Guftûgoya me bi hikûmeta Iraqê re li ser wê operasyonê erênî bû, ku hikûmeta Iraqê derbarê şerê li dijî terorê de bi Tirkiyê re gihêştiye hevtêgihêştinekê.”

Peyvdarê hikûmeta tirkiyê ku hevdem cîgirê serokwezîrê wî welatî ye got jî: “Derberê dema destpêkirina wê operasyonê de, bila ti kes û aliyek çaverê nebe ku dema destpêkirina êrîşê aşkere bikin, her dema me dest pê kir hemû kes dê hest pê bike û dîtina firokeyên me yên şer li esmanan dibe peymana ragihandina wê operasyona leşkerî.”

Serokerkanê Tirkiyê Hulusi Akar di destpêka vê mehê de serdana Bexdayê kir û ligel berpirsên leşkerî yên Iraqî civiya, piştî vegera bo Enqerê ragihand, Bexda û Enqerê li ser destpêkirina operasyoneke hevbeş li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê gihêştine rêkeftinekê.

Lê di pişt re, Peyvdarê Nivîsgeha Rojnamevanî ya Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî bêagahdarbûna hikûmeta Iraqê ji daxuyaniyên Hulusi Akar ragihand.

 

S. B